Li Bexdayê DIŞIê êrîş kir: 8 kes hatin kuştin
Li navçeya Tarimiyyê ya li Başûrê Bexdayê DIŞIê êrîşek pêk anî. Di êrîşê de 2 jê polîs, tevde 8 kes hatin kuştin û 12 kes hatin birîndarkirin.
Erkdarê Rêvebiriya Ewlehiya Bexdayê Serbaz Numan Hamîd ez-Zuherî di derbarê êrîşê de daxuyaniyek da û got “DIŞI li navçeya Tarimiyyê ya li Başûrê Bexdayê bêyî hedefekê li nava sivîlan reşandiye. Û di encamê de 2 jê polîs, tevde 8 kes hatine kuştin û 12 kes hatine birîndarkirin.”
Rêvebiriya Bexdayê di dawiya 2017an de gotibû ku êdî li Iraqê DIŞI xilas bûye. Lêbelê piştî wê daxuyaniyê, DIŞI li gelek deran êrîş pêk anîne.
