Hejmara qurbaniyên êrîşa terorîstî ya bakurê Bexdayê zêde dibe!
Çapemeniya Iraqê li ser zimanê çavkaniyên ewlehiyê ragehand, ku çekdarên êrîşkar ser bi rêxistina terorîst a DAIŞê bûn û naha jî li bakurê Bexdayê şaneyên wan ên razayî hene û dest bi tevgera terorîstî dikin.
Di bûyera duh êvari 01.05.2018ê dema ku pêkhat de, çekdarên DAIŞê li bajarokê Tarmiye yê li bakurê Bexdayê bi awayek beredayî gule berdana hemwelatiyên sivîl.
Li gor amarên dawî ji ber gule berdana çekdarên DAIŞê 7 hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, 13 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyên ku hatin belav kirin, ew çekdarên DAIŞê bo demeke kurt dest li ser bajarok de digrin û vê yekê jî dubare serî rakirina DAIŞê li gel hemwelatiyan ava kiriye.
Basnews
