• Friday, 27 February 2026
logo

Efxanistan - Hikûmeta Taliban bi fermî tê ragihandin

Gulan Media September 3, 2021 Nûçe
Efxanistan - Hikûmeta Taliban bi fermî tê ragihandin

 Îro piştî nimêja Înê hikûmeta Efxanistanê tê ragihandin, Mela Ebdulxenî Birader serkirdetiya hikûmeta nû ya wî welatî dike.

Ajansa Reutersê ragihand; Mihemed Yeqûb kurê Mela Umerê damezrînerê Tevgera Talîbanê û Şêr Mihemed Ebas meqamên payebilind ji hikûmeta Talîbanê werdigrin.

Herwiha ragihand ku Mela Ebdulxenî Birader ku Serokê Polîtburoya Talîbanê ye, weke Serokê Hikûmeta Efxanistanê îro dê dest bi kar bike.

 

Basnews

Top