• Friday, 27 February 2026
logo

HDPê ji parlamentoyê daxwaz kir ku kuştina 21 sivîlên li Cizîrê bê zelalkirin

Gulan Media September 3, 2021 Nûçe
HDPê ji parlamentoyê daxwaz kir ku kuştina 21 sivîlên li Cizîrê bê zelalkirin

Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexa Bakurê Kurdistan ji parlamentoya Tirkiyê daxwaz kirin ku  bo 21 welatiyên sivîl ku di serdema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê 9 rojan hatibû ragihandin de jiyana xwe ji dest dan, Komîsyona Lêkolînê were sazkirin.

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz  bo kuştina 21 welatiyên sivîl zelal bibe pêşniyazpirseke da parlamentoyê ku Komîsyona Lêkolînê bê avakirin.

Parlamenterên HDPê di pêşniyazpirsa xwe de amaje pê kirine ku ligel hemû delîlan jî bo dosyeyên sivîlan biryara doz vekirinê nehatiye dayîn û dibêjin ev ne tenê bêhiqûqî ye di heman demê de sûcî dijî mirovahiyê ye jî.

Herwiha parlamenteran diyar kiriye ku Tirkiye neçare li gor Peymana Mafên Mirov ya Ewropayê ku sala 1954an îmze kiriye xalên wek “mafên jiyanê”, “azadiya lêgerîna maf”, “mafê darizandina adil”, “qanûniya sûc û cezayan” pêk bîne.

Li navçeya Cizîrê ser bi Şirnexa Bakurê Kurdistanê di navbera 4-12ê îlona 2015an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û di 9 rojên qedexe de zarok jî di nav de 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di nav van sivîlan de zarokên bi navê Muhammed Tahîr Yaramiş ê 35 rojî û Cemile Çagirga ya 10 salî jî hebûn.

 

Rudaw

Top