• Friday, 27 February 2026
logo

Fazil Mîranî: PDK vedigere Kerkûkê

Gulan Media September 3, 2021 Nûçe
Fazil Mîranî: PDK vedigere Kerkûkê

 Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand; roja yekşema bê, PDK ji bo vekirina baregeha bangeşeya hilbijartinê, vedigere Kerkûk û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Fazil Mîranî ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku lijneyeke taybet ji bo gotûbêjkirina ligel hikûmeta Iraqê hatiye pêkanîn, da ku rewşa wan deveran were asayîkirin, di vê çarçoveyê de jî alîgir û berpirsên PDKê roja yekşemê ji bo bangeşeya hilbijartinan vedigere Kerkûkê û baregeha bangeşeyê li Kerkûkê vedike.

Mîranî herwiha destnîşan kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li seranserê Iraqê bangeşeya xwe ya hilbijartinan dike û bangeşeyeke aram birêve dibe.

Biryar e di 10 Cotmeha îsal de proseya hilbijartinên Iraqê birêve boçe û piraniya aliyên siyasî dest bi bangeşeya hilbijartinan kirine. Beriya niha îdiaya paşxistina dema hilbijartinan li holê hebû, lê belê piştî ku Tevgera Sedr ji biryara xwe ya boykotkirina hilbijartinan vegeriya, îhtîmala pêkanîna hilbijartinan bihêz bû.

 

K24

Top