Serokomarê Îranê jinek wek cîgira xwe destnîşan kir
Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî Enisye Xezelî wek cîgirê serokomarê Îranê yê karûbarê jinan destnîşan kir.
Enisye Xezelî keça Ayetulla Xezelî ye ku yek ji mela û kesayeta mezhebî ya Îranê ye ku şeş sal berî naha koça dawî kir. herwaha xwîşka wê Kubra Xezelî jî seroka encûmena ferhengî û civakî ya jinan û malbatê ye li encûmena bilind a şoreşa ferhengî ya Îranê de.
Enisye Xezelî dayîkbûya sala 1964ê ya bajarê Qum e û xwediya bawernameya doktora ya ziman û wêjeyê erebî ye û heta naha sê xwandinên olî li beşa jinan li navendên olî yên Qum temam kirine.
Herwaha Xezelî berî naha jî seroka zankoya El Zehre û endama lijneya zanistiya zankoyê bû.
Di kabîneya berî naha ya Hesen Ruhanî de jî du jinên bi navên Şehîduxt Mewlawêrdî û Mesûme Îbtikar erkê cîgirê serokomar ê karûbarên jinan wergirtibûn.
Heta naha di 13 kabîneyên Îranê de ti jinekê peywira wezîrtiyê jê re nehatiye dayîn.
Basnews
