• Friday, 27 February 2026
logo

Biden: Pêşbîniyên me bo hikûmeta Efxanistanê ne rast bûn

Gulan Media September 1, 2021 Nûçe
Biden: Pêşbîniyên me bo hikûmeta Efxanistanê ne rast bûn

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku bi vekşandina hêzên Amerîkayê, wî soza xwe pêkanî û şer li Efxanistanê da rawestandin. Herwiha biden got “me dît texmîna ku hikûmeta Efxanî dê demekê li ber xwe bide ne rast e.”

Biden di Nîsana borî de biryara vekşandina hêzên Amerîkî ji Efxanistanê da, di Gulanê de dest bi vekşandinê hat kirin, bi vî awayî Talibanê dest danî ser deshilatê li wî welatî.

30ê Tebaxê dawîn leşkerê Amerîkî ji Efxanistanê derket, piştî mana bo dema 20 salan.

Serokê Amerîka Joe Biden wiha got "Şerê Efxanistanê bi dawî hat. Ez çarem serok bûm ku rastî vê pirsgirêkê bûm, ji bo rawestandina şer. Dema min bo serokatiyê xwe berbijêr kir, min soz da xelkên Amerîkayê ku ez ê vî şerî rawestînim. Îro min soza xwe pêk anî."

Biden di derbarê vekişandina ji Efxanistanê de got “Du vebijark hene: derketina ji Efxanistanê û mezinkirina şer. Vekişîn ji bo Dewletên Yekbûyî biryara çêtirîn e”

Herwiha Joe Biden got jî “Hêvî, ku zêdeyî 300 hezar hêzên ewlehiya neteweyî yên Efxanî ku me 20 sal in perwerde û bi amûr kirine dê di şerê navxweyî yê bi Talîbanê re bi hêz li berxwe bidana. Lêbelê, me dît texmîna ku hikûmeta Efxanî dê demekê li ber xwe bide ne rast e.”

Biden diyar kir ku hê nêzikî 200 Amerîkî li Efxanistanê hene û ew bi biryarên hemû Amerîkiyan ji Efxanistanê derxin.

Di derbarê baskê DAIŞê ya Efxanistanê ku êrişeke xwekujî li frokxaneyê pêk anîbû Biden Ragihand ku dê têkoşîna wan li dijî DAIŞê berdewam û got “Hê karê me bi we neqediyaye.”

 

Rudaw

Top