Amêrî daxwaza vegera çalakvanên Iraqî ji Herêma Kurdistanê dike
Serkirdeyê di Heşda Şeibî de Hadî Amêrî daxwaza peydakirina jîngeheke guncaw ji bo vegera çalakvanên berê xwe dane Herêma Kurdistanê dike.
Serkirdeyê di Heşda Şeibî de û Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amêrî di hevdîtinekê bi kenaleke Iraqî re ragihand, divê jîngeheke guncaw were amadekirin, ji bo çalakvanên ku ji tirsa revandin û kuştinê reviyane Herêma Kurdistanê, vegerin cih û warên xwe.
Herwiha Amêrî daxwaza parastina canê çalakvan û xwepêşanderan kir û got: “Xwepêşandanên aştiyane, mafekî destûrî ye.”
Ji dema destpêkirina xwepêşandan li parêzgehên Iraqê di meha Cotmeha 2019an ve, zêdetir ji 70 çalakvanan rastî kuştin û hewlên kuştinê ji aliyê mîlîşyayan ve hatin û bi dehan çalakvan jî ji bo demekê hatin revandin.
Di heyama du salên borî de, bi dehan çalakvanên Bexda, Besra û parêzgehên din ên Iraqê ji tirsa revandin û kuştinê, berê xwe dane Herêma Kurdistanê.
K24
