Hêzeke xwecihî li Şingalê hat ava kirin
ji 2 hezar û 500 xortên Êzidî pêk hatiye.
Ewlekariya Şingalê diparêze.
Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Îraqê Qasim Erecî ragihand ku hêzeke xwecihî ku ji şêniyên Şingalê hatiye avakirin, hat damezrandin.
Qasim Erecî ragihand ku ev hêza han ji 2 hezar û 500 kesan pêk hatiye û erkê hêza han parastina ewlekarî ya Şingalê ye.
Ava kirina hêza han yek ji pêngavên cîhbicîh kirina rêkeftina Şingalê ye.
Nav hatî diyar kiriye ku erkê hêzên artêşa Îraqê û polîs jî parastina ewlekariya derdorê Şingalê dibe.
