Kandîdê PDKê li Wastê: Em kar li ser tawanên Beasê yên komkujiya kurdên feylî dikin
Kandîdê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku ji kotaya kurdên feylî li parêzgeha Wastê Heyder Elî Mihemed ragihandiye ew kar ji tawanên rejima Beasê yên komkujiya kurdên feylî dikin.
Kandîdê PDKê yê parêzgeha Westê ji bo hilbijartinên pêşwext ê Iraqê Heyder Elî Mihemed ji BasNewsê re axivî û ragihand: ‘’Serok Barzanî hewleke zêde daye ji bo tawanên rejima Beasê yên beramber kurdên feylî weke komkujiî were naskirin.
Heyder Elî Mihemed herweha ragihandiye ew ê hewl bidin mafên destûrî yên gelê Kurdistanê tevî kurdên feylî desteber bikin.
Herwiha Heyder Elî Mihemed da zanîn ew ê li ser rêya Serok Mesûd Barzanî berdewam bin û ew sozê didin ku wê tawanên li dijî kurdên êzdî weke komkujî bidin naskirin.
Li ser maddeya 140 a destura Iraqê jî Heyder Elî Mihemed da zanîn divê maddeya 140 bi awayekî bilez were cîbicîkirin û xelk vegerin wan herêmên xwe û dawî li guherîna demografiya wan herêmên Kurdistanî were.
Heyder Elî Mihemed take kandîdê PDKê ye ji kotaya kurdên feylî ji bo parêzgeha Westê di hilbijartinên 10.10 2021ê de birêve biçe.
Basnews
