Li Rihayê kesekî hevjîna xwe xeniqand
Li navçeya Eyubiye ya ser bi parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê kesekî hevjîna xwe xeniqand û piştre xwe radestî hêzên emnî kir.
Li gor agahiyan li taxa Selçuklu a ser bi navçeya Rihayê di navbera welatiyê bi navê Ahmet T. û hevjîna wî Hediye T. de ji ber sedemên nediyar alozî derket.
Li gor îdiayan piştî demekê di navbera herduyan de şer dest pê dike û Ahmet T. destên hevjîna xwe girêdide û serê wê dixe sîtila avê û wê dixeniqîne.
Hate ragihandin ku kesê navborî piştî bûyerê hêzên emnî agahdar kir û xwe radestî wan kiriye.
Rudaw
