• Friday, 27 February 2026
logo

Serok Barzanî: Dostaniya Fransayê dê her dem di bîra me de be

Gulan Media August 30, 2021 Nûçe
Serok Barzanî: Dostaniya Fransayê dê her dem di bîra me de be

Piştî hevdîtina ligel Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Serok Mesûd Barzanî ragihand; di hevdîtinê de pêşhateyên herî dawî yên Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine.

Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Îro me li Hewlêrê li ser pêşhat û guherînên herî dawî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj kir.”

Di beşeke din a tiwîta xwe de Serok Barzanî destnîşan kiriye: “Ev derfetek bû ku ez spasiya xwe ji bo dostaniya rast a Fransayê ya ligel Kurdistanê nîşan bidim û her dem dê di bîra me de bimîne.”

Serokê Fransayê Emmanuel Macron vê êvarê di serdana xwe ya Hewlêrê de ligel Serok Mesûd Barzanî civiya.

Beriya vê civînê jî, Macron ligel her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê civiya bû û li ser rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê gotûbêj kiribûn.

 

K24

Top