Erdogan: Tirkiye di pêşketina firokeyên bêpîlot de bû yek ji 3 welatên cîhanê
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Ligel Akinciya frokeya bêfrokevan a êrîşê, Tirkiye di warê vê teknolojiyê de bû yek ji 3 welatên cîhanê yên pêşketî."
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Çorluyê beşdarî merasima “Teslîmata Firokeyên Bêfirokevan ên Baykar Akinciyên Êrîşê (TÎHA) û Qedandina Kursê” bû.
Recep Tayyip Erdogan di gotara xwe ya li wê derê de got, "Ligel Akinciya frokeya bêfrokevan a êrîşê, Tirkiye di warê vê teknolojiyê de bû yek ji 3 welatên cîhanê yên pêşketî. Bi Akinciyê re dê cîhan têkeve nava danustanên curbicur de.”
Erdogan herwiha bal kişand ser pîşesaziya berevaniyê ya xwemalî û got, “Pîşesaziya me ya berevaniyê ya xwemalî di demeke gelekî kurt de ji sedî 20an bo ji sedî 80yê zêde bû, ev yek di dîroka Komara Tirkiyê de yek ji serkeftinên herî mezin e. Me TB2yên xwe yên Bayraktar hinardeyê Ukrayna, Qeter û Azerbaycanê kirine. Peymanên nû yen hinardekirinê jî çêbûne û çêdibin.”
Erdogan destnîşan kir ku ji bo firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê gelek welat ketine dorê de û wiha pê de çû: “Niha armanca me ew e ku em firokeyên bêfirokevan wisa pêşbixînin ku bikaribin xwe li keştiyên me yên balafiran yên ku me berê ew çêkiribûn deynin. Em rijd in Tirkiyê bi taybet di warê teknolojiya firokeyên bêfirokevan ên şer de bikin welatekî pêşeng. Înşallah emê di vî warî de jî bi ser kevin û emê êdî bikaribin firokeyên bêfirokevan xwe bişînin bo erkên deryayî.”
Serokomarê Tirkiyê di heman demê de got, “Bi çi awayî be jî her kes rastiyê dibîne û dizane. Yên ku bixwaze li herêmê tiştekî bike dê di serî de li berê xwe bi de Tirkiyê. Li herêma me yên ku bixwazin cihê kevirekê jî biguherînê, dê pêşî li razîbûna Tirkiyê bigerin. Li herêma me yên ku meyla operasyonan bike pêşî dê helwesta Tirkiyê ya li ser asta aşitî û aramiyê binirxîne."
Rudaw
