Partiyên opozisyona navxwe li Şamê kongreyek saz kirin
Partiyên opozisyona navxweya Sûriyê, 28ê Tebaxa 2021ê, kongireyek bi navê (Kongireya Diyaloga Niştimanî ya Sûrî) li Şama paytext li dar xistin.
Di kongireyê de, kesayetiyên leşkerî û sivîl herwiha nûnerên rêxistinên civaka sivîl û şandiyên deplomasî yên li Sûriyê ne, beşdar bûn û gotarên nûnerên partiyên beşdar hatin xwendin.
Ji aliyên deplomasî ku beşdar bûn, nûnerên balyozxaneyên Rûsya, Çekya, Hind, Belcîka, û nûnerê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê. Lê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, beşdarbûn nebû.
Nûnerên Rêveberiya Xweser, di wê kongireyê de amade bûn.
Mihemed Îbiş, Endamê Komîteya Pêwendiyên Giştî ya Rêveberiya Xweser li Şamê, dibêje, “Em dibînin ku Tevgera Kurdî, bi taybetî partiyên li nav Rêveberiya Xweser a Demokrat, beşek e ji tevgera niştimanî ya Sûrî ya navxwe ye, li ser vê bingehê jî, me bersiva vexwendinê da, ji bo beşdarîkirinê di vê kongireyê de, da ku em bi rêya vê kongireyê, dangê xwe bigihînin navxweya Sûriyê. Em daxwazê ji Sûriyan dikin ji bo diyaloga Sûrî-Sûrî. Heriwh hêzên siyasî li nav Rêveberiya Xweser a Demokrat, amadebûna xwe nîşan da, ji bo beşdarîkirinê di sekeftina çi diyalogê de be, bi mebesta avakirina Sûriyeya demokratîk, pirjimar û nenavendî .”
Yek ji terwên serke di vê kongireyê de, ew bû ku guşar li ser Tirkiyê bê kirin, ji bo ku ji nav xaka Sûriyê derkeve û destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Sûriyê de, neke.
Ehmed Eirec, Emîndarê Partiya Hevpeymaniya Niştimanî ya Demokrat a Sûrî, dibêje, “Em tekez dikin ku guşar li ser aliyê Tirkî bê kirin, ji bo ku dawiyê bi dijayetiyên xwe li dijî gelê Sûriyê, bîne. Em hemû dizanin ku Tirkiye aliyekî sereke bû, ji bo derbaskirina terorîstan bo nav Sûriyê. Heta niha jî naxwaze Sûriye ji krîza xwe derkeve, berdewam jî hewl dide aramiyê li hemû Sûriyê têk bide.”
Beşk jî nîşanê bi wê yekê didin, ku di kongireyê de, helwesta aliyên beşdarbûyî ji pirsa Kurdî tê gotûbêjkirin.
Mihemed Ebûlqasim, Emîndarê giştî yê Partiya Tedamun, dibêje, “Diyaloga Niştimanî ya Sûrî, ku wê hemû giriftên navxweyî, herêmî û herwiha helwesta me ji pirsa Kurdî, gotûbêj bike, bi hêviya ku em di dawiya vê hevdîtin û kongireyê de, bigihêjin dariştineke sazan û lihevkirinê û encamnameyekê derbarê xwestekên rewa yên gel, ev gelê westiyayî, ev gelê êşiyayî ji ber vî şerî û ji ber terorê.”
Ev deh sal in krîza Sûriyê berdewam e û gelek kongire, hevdîtin, tevger û hewlên navxwe û derekî hatine kirin ji bo bidawînana krîza li wî welaît, lê hêj rewş roj bi rojê aloztir dibe û ti rêçareyek ji bo wê krîzê nehatiye dîtin, hevdem gelê Sûriyê di gelek zehmetiyên dijwar de dijî.
Rudaw
