Agirê li daristanên Dêrsimê du hefte ye berdewam e
Ev nêzîkî du hefteyan e, daristanên bajorokên Xozat û Pulurê yên parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, dişewitin. Agir heta niha nehatiye kontrol kirin û her diçe berfirehtir dibe. Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatih Macoglu dibêje, agir her diçe berbelav dibe, daristan, mal, gund û ajelên wan dişewitin, lê dema dixwazin agir vemirînin, qeymeqamî destûrê nade.
Walîtiya Dêrsimê jî îddîa dike ku beşekî wan agiran hatine kontrol kirin û ew zanyariyên li ser torên civakî tên belav kirin bê bingeh in. Walîtiya Dêrsimê derbarê agirê ku 13 roj in li wê parêzgehê berdewam e, li ser hesabê xwe yê Twiterê daxuyaniyek belav kir. Walîtî îddîa dike ku beşek ji wan agiran hatine kontrol kirin û kesên li ser torên civakî dîmenên agir belav dikin, raya giştî dixapînin û dê derbarê wan de lêkolîn bên destpêkirin.
Li aliyê din Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu derbarê agirê daristanên Dêrsimê de got: "Şaredariyên me bi hemû hêza xwe dê ligel gelê Dêrsimê û şaredarê wê Mehmet Fatih Maçoglu bin.” Îro şandeke Partiya Gel a Komarî (CHP) ku ji çend parlamenteran pêk tê jî serdana navçeyê dike.
Agirê daristanên bajarokê Xozatê roja 18ê Tebaxê, li mezraya gundê Kurukaymak, li navçeyeke navbera Xozat û Pulurê, piştî operasyoneke leşkerî ya Artêşa Tirkiyê li navçeyê destpê kir û heta niha jî berdewam e. Herçiqas Walîtî dibêje beşekî agir hatiye kontrolkirin lê Şaredarê Dêrsimê berevajiya wî diaxife.
Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatih Macoglu 28ê Tebaxa 2021ê ji Tora Medyayî ya Rudawê axifîbû û gotibû: "Agir her diçe berbelav dibe, daristan, mal, gund û ajelên me dişewitin. Em dixwazin agir vemirînin, Walîtiyê destûr da lê Qeymeqamî destûrê nade.”
Herwiha serokên 74 baroyên bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê hevbeş banga vemirandina wî agirî dikin û dibêjin: “Divê bi aweyekî bilez, hem ji esamn û hem ji bejayî ve midaxeleya agirê daristanên navçeyên Dêrsimê Hozat û Pulurê bê kirin ku ji 18ê Tebaxê ve berdewam e.”
Rudaw
