Silêmanî xwe ji yekem festîvala fîlman re amade dike
Rêveberê hunerî yê festîvalê Daner Omer ji Rûdawê re got, Silêmanî wek paytexta rewşenbîrî, îsal yekemîn gera festîvala navneteweyî ya fîlman saz dike: "Di festîvalê de fîlmên parçeyên din yên Kurdistanê wek Herêma Kurdistanê tên hesibandin. Heta vêga bêhtirî 100 fîlman ji derve ji me re hatiye da beşdarî festîvalê bibin."
Festîval di rojên 15-18.09.2016an de li bajarê Silêmaniyê tê lidarxistin. Roja 19ê vê mehê civîneke çapemeniyê derbarê wê festîvalê de tê sazkirin.
Rudaw
