• Friday, 27 February 2026
logo

DAIŞê berpirsyariya teqînên li Kabulê li xwe girt

Gulan Media August 27, 2021 Nûçe
DAIŞê berpirsyariya teqînên li Kabulê li xwe girt

Rêxistina DAIŞê berpirsyariya teqîn û êrişên li Firokexaneya Kabulê li xwe girt. Hatiye belavkirin ku “xwekujekê karî xalên pişkinînê derbas bike û xwe li nêzikî hêzên Amerîkayê biteqîne.”

Li gor zanyariyên ku DAIŞê belav kirine, kesê xwekuj, “serbazên Amerîkî, wergêr û hevkarên Amerîkayê” kirine armanc.

Li gor daxuyaniya DAIŞê ku ji aliyê ajansa Emaq a ser bi wê rêxistinê ve hatiye belavkirin, di teqînan de “bi dehan serbazên Amerîkî û ew ên hevkariya wan dikirin, hatine kuştin û birîndar bûne.”

Çavkaniyek serbazî ji ajansa Emaq re ragihand, “Çekdarekî `Dewleta Îslamî` karî hemû xalên kontrolê derbas bike ku Amerîka û milîsên Talîbanê li derdora Kabulê danî bûn û karî xwe bigihîne nav komeleke mezin a wergêr û hevkarên Amerîkayê li nêzikî kampa Baran ku nêzikî Firokexaneya Kabulê ye. Her li wir xwe di nav wan de teqand ku bû sedema kuştina 60 kes û birîndarbûna 100 kesan. Di nav wan de endamên Talîbanê hene.”

Li gor wê daxuyaniyê, êriş kêmtir ji 5 metre li nêzikî wî cihî pêk hatiye ku hêzên Amerîkî serpereştiya proseya komkirina belgenameyên wan dikir bo sedan wergêr û ew ên kar bo wan dikir wek piştgirî bo bicihhiştinan ji wî welatî. Her li gor wê daxuyaniyê, 20 serbazên Amerîkayê di êrişê de hatine kuştin.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê General Kenneth McKenzie di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, “Di encama du teqînên ji aliyê çekdarên Dewleta Îslamî ve 12 serbaz hatine kuştin û 15 serbaz jî birîndar bûne.”

Li gor zanyariyên dawî 12 jê serbazên Amerîkî bi kêmanî 60 kes di wan teqînan de hatine kuştin.

 

Rudaw

Top