• Friday, 27 February 2026
logo

Boko Haramê 16 leşkerên Nîjerê kuştine

Gulan Media August 26, 2021 Nûçe
Boko Haramê 16 leşkerên Nîjerê kuştine

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihandiye ku bi sedan çekdarên Boko Haramê di êrîşeke li başûrê Nîjerê de 16 kes kuştine û 9 jî birîndar kirine.

Reutersê ji zarê Wezareta Berevanî ya Nîjerê da zanîn ku leşkerên Nîjerê jî di pevçûnê li herêma Dîfa de bi qasî 50 çekdarên Boko Haramê kuştine û hin çekên wan bi dest xwe xistine.

Serhildana Boko Haramê di sala 2009an de li rojhilata bakurê Nîjerya destpê kir û li welatên cîran, Çad, Nîjer û Kamerûnê dom kir.

Boko Haram bo êrîşeke di meha Berfanbarê de jî tê tawanbar kirin ku di wê êrîşa li Dîfa de 28 kes hatibûn kuştin û 800 mal hatibûn şewitandin.

Top