• Friday, 27 February 2026
logo

NY: Îran herî zêde welatiyên Kurd îdam dike

Gulan Media August 26, 2021 Nûçe
NY: Îran herî zêde welatiyên Kurd îdam dike

Îran yekem welate ku girtiyên siyasî îdam dike.
Netewên Yekgirtî raportek derbarê îdam kirinê de weşand.

Netewên Yekgirtî di raporteke xwe de yaku taybete bi îdam kirinê, behsa vê yekê kiriye ku Îran yek ji wan welatên pêşeng yên cîhanê ye ku herî zêde welatiyên xwe îdam dikin.

Di raporta NY de hatiye eşkere kirin ku li Îranê piraniya îdam kirinan jiber sedemên siyasiye û ji sedî 53 kesên ku li Îranê têne îdamkirin, welatiyên Kurdin.

Di beşeke din ya raportê de hatiye diyarkirin ku ji sala 2010an heta 2020an li Îranê bi giştî 129 girtiyên siyasî hatine îdamkirin ku piraniya wan Kurdin.

Di raportê de hatiye gotin ku 53ji sedî ya îdam kiriyan Kurd, 25 Belûç û sedî 13 din jî Erebin.

Top