• Friday, 27 February 2026
logo

Serok Barzanî û Nûrî Malikî civiyan

Gulan Media August 26, 2021 Nûçe
Serok Barzanî û Nûrî Malikî civiyan

Behsa hilbijartinên parlementoya Îraqê kirin.

Duh li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke dewleta Qanûnê bi Serokatiya Serokê lîsteya dewleta qanûnê Nûrî Malikî kir.

Di civînê de rewşa siyasî ya deverê û Îraqê, metirsiyên terorê û metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê hatin nirxandin.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser hilbijartinên Cotmehê ya parlementoya Îraqê hate kirin û her du alî tekez li ser vê yekê kirin ku bo ku hilbijartin bibe sedema aramiyê û rast bûna prosesa siyasiya Îraqê, lazime hilbijartin di dema xwe de were kirin û şefaf bûna hilbijartinan jî were gerentîkirin û tevahiya aliyan jî rêz ji encamên hilbijartinê bigirin.

Top