• Friday, 27 February 2026
logo

ENKS: PYD di ber rawestandina êrîşên li ser nivîsgehan de berpirsyar e

Gulan Media August 25, 2021 Nûçe
ENKS: PYD di ber rawestandina êrîşên li ser nivîsgehan de berpirsyar e

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê şewitandina nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) li bajarê Amûdê bi tundî şermezar dike û PYDê di ber rawestandina wan êrîşan de berpirsyar dibîne.

Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “Grûpeke çekdar a ser bi PYDê ve şeva Duşemê 23ê Tebaxa 2021ê nivîsgeha PDK-Sê li Amûdê şewitand û kelûpelên din hundirê de şikandin, agir jî bi hewla cîranan hat vemirandin.”

ENKS dibêje: “Ev karê tirsnak di çarçoveya zincîreyek ji kiryarên wan grûpan de tê ku armanc jê zêdekirina nerehetî û aloziyan e, bi taybet di van demên dawîn de gelê me di şert û mercên ewlehiyê û rewşa dijwar de dijî.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “ENKS van kiryaran bi tundî şermezar dike û berpirsatiya rawestandina wan jî dixe ser milê PYDê. Herwiha ENKS dixwazê ji fermandariya HSDê dike ku bi sozên xwe pabend be û sînorekê ji van binpêkirinên dikevin xizmeta dijmanên gelê Kurd re deyne û tawanbaran ceza bike.”

ENKS tekez dike ku kiryarên bi vî rengî, wê ji armancên wê yên pêkanîna yekrêziya Kurdî û dabînkirina mercên ewlehî û aramiyê ji gelê Kurd û hemû gelên herêmê re dûr naxe.

 

K24

Top