Bexda- Heşdî Şabî 13 xaniyên hemwelatiyan teqandin
Çekdarên milîsên Heşdî Şabî li bajarokê Tarmiye yê Bexdayê 13 xaniyên hemwelatiyan teqandine.
Çavkaniyeke emnî ji BasNewsê re aşkere kiriye çekdarên Heşdî Şabî dest bi helmeteke tirsandin û desteserkirina hemwelatiyên Tarmiyeyê yê Bexdayê kirine.
Herwiha heman çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kiriye çekdarên rêxistina Heşdî Şabî di wê helmetê de 13 xaniyên hemwelatiyan rûxandine û çend golên masiyan ê hemwelatiyan jî ziwa kirine.
Ev helmeta Heşdî Şabî ya li dijî hemwelatiyên Tarmiyê ye di demekê de ye çendîn car çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê li Tarmiyeyê êrîşî Heşdî Şabî û artêşa Iraqê kiribûn û çend çekdarên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê di wan êrîşdan de hatin kuştin.
Roja duşemê 23.08.2021ê artêşa Iraqê û milîsên Iraqê dest bi operasyoneke çekdarî li dijî DAIŞê kirin.
Tarmîye bajarokekî sunenişînî Iraqê ye û ketiye û 50 kîlometre dûrî Bexdayê ye li bakurê Bexdayê cî digire.
Basnews
