Didem Arslan Yilmaz nehişt mêvana bernameyê bi Kurdî biaxive
Pêşkêşvana kanala Show TV ya Tirkiyê Didem Arslan Yilmaz ji ber ku mêvana bernameya wê bi zimanê Kurdî axivî, ew asteng kir û got: “Ev der Komara Tirkiyê ye”
Li ser mijareke civakî Turkan Taşçi bû mêvana bernameya Didem Arslan Yilmaz, lê ji ber ku bi zimanê Kurdî xwest biaxive, telefona wê hat qutkirin.
Didem Arslan Yilmaz di weşanê de got: “Na, na Turkan xanim, divê em jî fêm bikin. Telefona Turkan xanim qut bikin. Nikare heqaret li keçikan bike. Ez jî hinek Kurdî dizanim, qet nabe. Bila meta wan beşdar bibe û xweşik bi Tirkî biaxive em dê fêm bikin. Ev der Komara Tirkiyê ye. Em wî zimanî nizanin, eger me zanibûna me dê bi axiviya jî û têbigihiştîna. Ez nizanim.”
Piştî van gotinên Arslan, li medyaya civakî gelekî nerazîbûn hat nîşandan û ew wek helwesteke “nîjadperestî” hate binavkirin.
Bi taybetî li Twitterê bi hashtaga “#haddinibildidemarslan / hedê xwe bizanibe Didem Arslan Yilmaz” ji her beşên civakê nerazîbûn û şermezarkirin derket pêş.
K24
