• Friday, 27 February 2026
logo

Berdevkê Talibanê: Em hêzên Tirkiyê naxwazin

Gulan Media August 25, 2021 Nûçe
Berdevkê Talibanê: Em hêzên Tirkiyê naxwazin

Di konferanseke rojnamevanî de Berdevkê Talibanê Zebîhulla Mucahîd di bersiva pirsekê de amaje pê kir ku dê bi xwe parastina Firokxaneya Kabulê bikin û hêzên Tirkiyê naxwazin.

Talibanê ku berê jî çend caran ne raste rast be jî daxwaz li hêzên biyanî kiribû ji Efxanistanê derkevin. Îro 24ê Tebaxê bi helwesteke zelal diyar kir ku divê heta 31ê Tebaxa 2021ê hemû hêzên biyanî ji welatê wan derkevin.

Niha nêzîkî 650 serbazên Tirkiyê bi armanca parastina Firokxaneya Hamid Karzaî ya li Kabulê li se kar in û hê jî li efxanistanê ne.

Beriya demekê  Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan behs kiribû ku dibe  ligel Efxanistanê dîyalog bikin û di nav peywendiyê de bin. Her çiqas Efxanistan vekîrî dibêje dixwazin ligel Tirkiyê peywendiya wan baş be jî lê naxwazin serbazên Tirkiyê li welatê wan bimînin.

Berdevkê Talîbanê Zebîhulla Mucahîd di vê mijarê de got: “Efxanistan welatekî serbixwe ye û em hêzên Tirkiyê naxwazin û pêwîstiya me bi wan nîne. Dê pirsgirêka Firokxaneya Kabulê çareser bibe. Çawa hêzên Amerîkayê biçin em ê ewlekariya wê bikin. Ev dê ji sedî sed pêk bê û derbarê vê yekê ti pirsgirêka me nîne.”

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar di 17ê Tebaxa 2021ê de diyar kiribû ku eger hevkarî û lojîstîk hebe dê Tirkiye parastina Firokxaneya Kabulê berdewam bike. Herwiha Akar gotibû ku eger xelkê Efxanistanê ne xwazin jî di nava 24 demjimêran de serbazên xwe ji Efxanistanê derdixin.

 

K24

Top