• Friday, 27 February 2026
logo

4 lîwayên din yên pêşmerge dikevin ser wezareta pêşmerge

Gulan Media August 24, 2021 Nûçe
4 lîwayên din yên pêşmerge dikevin ser wezareta pêşmerge

prosesa yek xistina hêzên pêşmerge berdewame.
Ev 4 lîwa yên hêzên 70 û 80 ne.
Çavkaniyek ji wezareta pêşmerge ragihand ku di çarçoveya hewldanên heyî yên bo yekxistina hêzên pêşmerge de, 4 lîwayên din yên hêzên pêşmerge yên yekeya 70 û 80an dikevin ser wezareta pêşmerge.
Ev çavkaniya han diyar kiriye ku fermana yekxistina wan hêzan hatiye dayîn û niha jî wezareta pêşmerge mişxûlî yekxistina heykela îdarî ya taybet bi wan hêzane.
Heta niha hêzên piştîvaniya yek û du ketine ser wezareta pêşmerge û ji sedî 80ê karûbarên yekxistinê yên wan hêzan jî hatine cîhbicîhkirin.

Top