• Friday, 27 February 2026
logo

Li Îranê di rojekê de 709 kes bi Koronayê mirin

Gulan Media August 24, 2021 Nûçe
Li Îranê di rojekê de 709 kes bi Koronayê mirin

hijmara miriyan li Îranê di wan demên dawî de zêde bûye.
Li Îranê di rojekê de herî kêm 709 kes bi Koronayê mirin û zêdetirî 40 hezar kes jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Îranê ragihand, di 24 demjimêrên borî de 40 hezar û 623 kes bi Koronayê ketine.

Wezaretê her wiha da zanîn, ji duhî de 709 kes bi Koronayê mirine ku ev rêje bilindtirîn rêjeya mirina bi Koronayê ye ku heta niha li Îranê hatiye tomarkirin.

Li Îranê bi giştî heta niha 103 hezar û 357 kes bi Koronayê mirine û nêzîkî nêzîkî 4 milyon û 800 hezar kes bi Koronayê ketine û nêzîkî 4 milyon pêketî jî baş bûne.

Ji çapemeniyê hatiye wergirtin.

Top