• Friday, 27 February 2026
logo

Hêzên pêşmerge çend mînên pkk pûç kirin

Gulan Media August 24, 2021 Nûçe
Hêzên pêşmerge çend mînên pkk pûç kirin

30 kîlo tnt li ser rêyê danî bûn.
Duhê êwarê li devera Amêdiyê hatine pûçkirin.

Çavkaniyek ji hêzên pêşmerge ragihand ku duhê êwarê hêzên pêşmerge karîne çend mînên ku ji aliyê çekdarên pkkvê li ser rêya serekî ya di navbera Amêdiyê û Dêrelûkê de hatibûn çandin pûç bikin.

Çavkaniya han diyar kiriye ku çekdarên pkk li ser rêya navbera Amêdiyê û Dêrelûkê zêdetir ji 30 kîlo tnt û mîn danîbûn lê hêzên pêşmerge ji vê bûyerê hatine agehdarkirin û pişt re jî hêzên pêşmerge çûne cîhê bûyerê û karîne ev mîn û tntya han pûç bikin.

 

K24

Top