• Friday, 27 February 2026
logo

HSDê derbarê rewşa Til Temir û Zirganê de daxuyanî da

Gulan Media August 24, 2021 Nûçe
HSDê derbarê rewşa Til Temir û Zirganê de daxuyanî da

Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) ragihand, hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên ser bi wî welatî ve îro hejmarek gundên ser bi bajarokên Til Temir û Zirganê û herwiha rêya M4 a navdewletî topbaran kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro derbarê rewşa herî dawî ya li Til Temir û Zirganê de dauxyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin, îro di demjimêrên serê sibê de, “artêşa Tirkiyê û komên çekdar gundên Xirbet Şeîr, Bab El-Xêr, Niwîhat, El-Ebûş, Til El-Werid û rêya M4 li derdora bajarokê Zirganê bi çekên giran topbaran kirin.”

Bi gotina HSDê, di encama êrişan de zirar gihaştiye mal û milkên sivîlan.

HSDê herwiha diyar kiriye, ku “nexşerêya leşkerî li herêmê nehatiye guhertin û rewşa meydanî wek xwe maye.”

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dan, ku êrişên li ser herêmê ji beriya 10 rojan ve zêdetir bûne.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê roja Duşemê 23ê Tebaxê jî 3 gundên Til Şenan, Dirdare û Um El-Kêf ên ser bi bajarokê Til Temir ve û gundê El-Cat li Minbicê topbaran kiribûn.

Navenda Ragihandinê ya Encûmena Leşkeriya Minbicê jî îro ragihand, artêşa Tirkiyê îro di demjimêr 06:30 de ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir, gundê Yalinlî yê li bakurê rojavayê Minbicê ku di kontrola şervanên encûmenê de ye, topbaran kiriye.

Gundên herdu navçeyên Şera û Şêrawa yên Efrînê jî hatin topbarankirin. Li gor zanyariyan, hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve gundên Elqemiyê, Şewarixe û Kelha Şewarixe yên navçeya Şera û gundên Meyase û Qintire yên navçeya Şêrawa yên devera Efrînê ku di bin kontrola YPGê û artêşa Sûriyê de ne, hatine topbarankirin.

 

 

Rudaw

Top