Amerîka: DAIŞ dixwaze êrîşî balafirxaneya Kabulê bike
Bi hezaran xelkê Efxan hewil didin xwe bigehînin balafirxaneya Kabulê, daku ji Efxanistanê derkevin. Niha giuaşeke zêde li ser wê balafirxanyê heye. Di vê rewşê de, Amerîka dibêje: “Zanyarî hene ku DAIŞ li dervey balafirxaneya Hamid Karzay dest bi êrîşan bike.”
Li derveyê berbesta li ber balafirxaneya Kabulê , çekdarên Talibanê li xelkê didin, çend metran li aliyê din, hejmarek ji leşkerên Amerîkî bi rêz rawestiyane û çeperek li dora balafirxaneyê çêkirine.
Bi kombûna xelkê êdî rêya derketinê ji Efxanistanê hatiye girtin. Piraniya xelkê Efxanistanê dixwazin wî welatî bicî bihêlin , lê daxwaza piraniya wan tenê wek xewnekê ye.
Fermandarê Artêşa Brîtanya Daz McMahon dibêje: “Belê, carne em qerebelixiyê aram dikin, em xelkên vir bikar tînin daku wan hêwir bikin. Dema ew dibînin kar birêve diçe, ew hêwir dibin, dema germ hebe, carekek din ew bêzar dibin. Em dibînin ku piraniya wan kesên ne aramiyê çê dikin, belgenameyên wan ne temam in, ew dizanin ku derfeta wan bo derketinê gelekî zehmet e.”
Hinek dîmenên li firokxaneyê, kêfxweşiya xelkê nîşan dide, ku çawa ew hewl didin xwe bighînin nava firokxaneyê.
Piştî derbasbûna hefteyekê, hêj cîhan bi ketina Kabula paytext di şokê de ye. Cîhan dipirse, gelo bo çi hêzên ewlehî yên Efxanistanê tevî çekên wan ên pêşkeftî, di dema 11 rojan de şikestin?
Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel dibêje: “Bi awayekî neçaverêkirî, di hefteyekê de, rewşa Efxanistanê hat guhertin, piştre Taliban dest danî ser Kabulê. Hikûmet û artêşa Efxanistanê di demeke ne çaverêkirî de ketin, me pêşbînî dikir ew ji wiha bihêztir bin.”
Di demekê de ye bi hezaran xelkê fişar xistiye ser firokxaneya Kabulê, Washington dibêje, zanyariyên hewalgirî ber destê wan hene ku eger heye li derveyê friokxaneyê DAIŞ êrişê bike.
Balyozxaneya Amerîka li Kabulê jî ji xelkên Amerîka daxwaz kiriye, nêzîkî firokxaneyê nebin.
Serokê Amerîkayê Jeo Biden biryar daye hemû welatiyên Amerîkî li gel kesên Efxan ên ku ligel hêzên Amerîkî kar dikirin veguhêze, Pentagon dibêje di 24 demjimêran de wan bêhtir ji 3 hezar kesan ji Afxanistanê veguhestine.
Rudaw
