• Friday, 27 February 2026
logo

Kazimî û Erdogan li ser rewşa Şingalê axivîn

Gulan Media August 22, 2021 Nûçe
Kazimî û Erdogan li ser rewşa Şingalê axivîn

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyib Erdogan bi riya pêwendiyeke telefonî, çend pirsên pêwendîdar bi her du welatan û ji nava pirsa Şingalê guftûgo kirin.

Li gor daxuyaniyeke Serokkomariya Tirkiyê, Erdogan û Kazim di pêwendiya telefonî de, behsa pirsên leşkerî, itixbaratî û bazirganî guftûgo kirin.

Medyaya fermî ya Tirkiyê wê derbarê de belav kir, Erdogan xweşhaliya xwe ji pêşhatên erênî yên pêwendiyên leşkerî, istixbaratî û aborî nîşan da û daxwaz kir hevahengiya her du aliyan ya derbarê rûbirûbûna terorê de zêde bibin.

Di daxuyaniya Serokkomariya Tirkiyê de hat jî, Erdogan amaje bi hebûna PKKê li Qendîl, Mexmor û Şingalê kir û ji Serokwezîrê Iraqê re ragihand ku wan ti navendeke tendirustiyê li Şingalê bombebaran nekiriye, lê belê wan baregeh û endamên PKKê armanc kirine.

 

Top