• Friday, 27 February 2026
logo

HSD: Êrîşa Tirkiyê bê bersiva namîne

Gulan Media August 21, 2021 Nûçe
HSD: Êrîşa Tirkiyê bê bersiva namîne

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê êrîşên Tirkiyê yên ser Yekîtiya Pasrastina Gel (YPG) û Yekîtiya Pasrastina Jin (YPJ) ên li navçeya Til Temirê daxuyaniyek da û got ku ew derbarê vê êrîşê de bêdeng namînin û dê bersivê bidin.

Di daxuyaniya HSDê de hatiye diyarkirin, ku di19ê vê mehê de droneke Tirkiyê otombîla fermandarê YPGê Rênas Roj kiriye armanc û di encam de jiyana xwe ji dest daye, hevdem hêzên Tirkiyê baregehê Encûmena Leşkerî ya Til Temirê kirine armanc di encam de endama encûmena navborî Sewsen Bîrhat canê xwe jidest daye, herwiha di encama êrîşa Tirkiyê de 3 endamên YPGê canê xwe jidest dane û 3 şervanên din jî birîndar bûne.

Daxuyniya HSDê girêbesta sala 2019an a taybet bi herdû navçeyên Girê Sipî û Serê Kaniyê bibîr tîne, ku bi gerentiya Amerîka-Rûsyayê ketibû warê cîbicîkirinê, lê li gor daxuyaniya HSDê heta niha Tirkiyê pêbendî bi vê agirbestê nekiriye, ku berdewamî êrîşî navçeyên HSDê dike, ku di dema dawî de hêzên Tirkiyê êrîşî navçeya Zirganê kiribûn di encam de jinekê canê xwe jidest dabû û 16 sivîlên din jî li Zirganê birîndar bibûn.

HSDê di daxyaniyê dide zanîn, ku êrîşên vê dawiyê yên hêzên Tirkiyê destpêka qonaxeke nû ye ji êrîşan dijî xelkê navçeyê û dibêje HSDê qet bêdeng namîne û dê bersivê bide.

Herwiha di daxuyaniya HSDê de hat ragihand, ku ew bêdengiya welatên garantor û bi taybetî Amerîka û Rûsyayê ecêb dibînin, ku ev yek dihêle Tirkiyê zêdetir zêdegaviyan bike û êrîşî bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, herwiha Fermandariya Giştî ya HSDê daxwazê ji Amerîka û Rûsyayê dike li berpirsyariya xwe xwedî derkevin û sînorekî ji hêz û êrîşên Tirkiyê re deynin.

 

Rudaw

Top