• Friday, 27 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Me heta niha zêdetirî milyonek derziyên Koronayê dabîn kirine

Gulan Media August 21, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Me heta niha zêdetirî milyonek derziyên Koronayê dabîn kirine

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand; heta niha zêdetirî milyonek vaksîna Koronayê ji bo xelkê Herêma Kurdistanê dabîn kirine.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha ji welatiyan daxwaz kir ku erkê xwe cîbicî bikin û bi wergirtina derziya li dijî Koronayê, Kurdistanê biparêzin.

Mesrûr Barzanî di tiwîta xwe de diyar kiriye: “Me heta niha zêdetirî milyonek derziyên Koronayê dabîn kirine, niha dora we ye ku hûn erkê xwe cîbicî bikin, vaksînê werbigrin û Kurdistanê biparêzin.”

 

K24

Top