• Friday, 27 February 2026
logo

DIŞI êrîşî ser heşda şebî kir

Gulan Media August 21, 2021 Nûçe
DIŞI êrîşî ser heşda şebî kir

Cîgirê Fermandar jî di nava kuştiyan deye.
Kuştî û birîndarên heşda şebî hene.

Li gor çapemeniya navxwe ya Îraqê direngiya şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê li  Tarimiye ya li Bakûrê Bexdayê êrîşî ser çekdarên heşda şebî kirine.

Li gor çapemeniyê, di encama êrîşa han de ku bi rêya teqandina bombeyên vedayî û pişt re jî bi rêya gule reşandinê pêk hatiye, herî kêm 4 çekdarên heşda şebî hatine kuştin û 6 çekdarên din jî birîndar bûne.

Hate zanîn ku dinava kuştiyan de Cîgirê Fermandarê Fewceke heşda şebî jî heye.

Top