Yek ji wan kesên ku DAIŞê li Mexmûrê revandibû li hember 500 hezar dolar pare hat azad kirin
Yek ji wan kesên ku DAIŞê li Mexmûrê revandibû, li hember 500 hezar dolar pare hate azad kirin û vegerya nav kesûkarên xwe.
Îro 21.08.2021ê Remezan Mihemed Welî yê ku şivan bû li gundê Birayîm Bawil ya Mexmûrê û berî çend rojan ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibû revandin û îro hate azad kirin.
Mamê wî hemwelatiyê ku hatî revandin ê bi navê Komar Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî 14 roj revandina birazawayê min a ji aliyê terorîstên DAIŞê ve, ku şivan bû li gundê Birayîm Bawil hat azad kirin.’’
Herwaha got: ‘’Birazawayê min temenê wî 16 sale, di vê heyamê de wekî wî behs kiriye, ew birine çiyayê Qereçûxê, li wê derê hiştine, lê gelek westiya ye.’’
Navborî got: ‘’Birazawayê min li hember pareyekî zêde û bi 500 hezar dolar ve hate azad kirin.’’
Basnews
