7 rafîneyên petrolê hatin daxistin
dibêje jîngeh qirêj kirine û pêbendî zagonan nebûne.
Ji aliyê tîmên qayîmiqamî ve hatine daxistin.
Qayîmiqamiya navendî ya Hewlêrê ragihand ku di çarçoveya kar û çalakiyên tîmên taybet yên ser bi qayîmiqamtiyê, yên bo rûbirû bûna rafîneyên derqanûnî û yên ku rêkarên parastina jîngehê bicîh nayînin, 7 rafîneyên din yên petrolê li derdorê Hewlêrê daxistine.
Ev her 7 rafîneyên han jiber qirêj kirina jîngehê û azardana şêniyên Hewlêrê hatine daxistin.
Rafîneyên han li ser rêya serekî ya nabera Hewlêr û Giwêrê de kar dikirin.
Qayîmiqatiyê eşkere kiriye ku operasiyonên çavdêrî kirina rafîneyan berdewam dibin û her rafîneyek girêdayî bi şîretan nebe vê were daxistin.
