• Friday, 27 February 2026
logo

Ebdulfetah Sîsî li hember destdirêjiya seksî zagonekî tund derxist

Gulan Media August 20, 2021 Civakî
Ebdulfetah Sîsî li hember destdirêjiya seksî zagonekî tund derxist

Serokomarê Misirê zagonekî tund li hember destdirêjiya seksî li welatê xwe derxist.

Li gor nûçeyekî çapemeniya Misirê serokomar Ebdulfetah Sîsî zagona 141 a sala 2021ê derxistiye.

Li Misirê destdirêjiya seksî li hember keç û jinan li bazar û cîhên giştî bi awayekî metirsîdar belav bûye û keç û jinên çalakvanên Misrê berdewam daxwaza tund kirina cezayan dikin.

Li gor zagona nû herkesekî bi amaje, yan bi awayê kiryarî, yan bi gotin destdirêjiya seksî bi keçek an jî jinekî bike, dê 2 heta 4 salan cezayê girtîgehê lê bê birîn.

Herwaha ew kesê destdirêjiya seksî dubare bike, wê demê jî dê 3 heta 5 sal cezayê girtîgehê û 300 hezar pawend ê Misrê cezayê pare jî dê bide.

Li gor zagona nû, eger kesekî destdirêjî kirî xwedî erkê hikûmetê be yan her desthilatek ji bo destdirêjiya seksî bikaranî, yan jî bi du kes û bi hêza çek destdirêjî li ser keç an jî jinekê kir, ew dê bê girtin û cezayê wî nabe ji 7 sal kêmtir be.

 

Basnews

Top