Wezîrên Berevaniyê yên Tirkiye û Iraqê civiyan
Wezîrên Berevaniya Tirkiye û Iraqê li Stenbolê civiyan, û Hulusî Akar ji Wezîrê Berevaniya Iraqê xwest, ku di şerê PKKê de alîkariya wan bikin û Akar got jî, ku operasyonên wan tenê ji bo şerê PKKê ne.
Êvara îro wezîrê berevaniya Iraqê Cumaa Inad li Istenbolê, li gel Wezîrê Berevaniya Turkiyê civiya, û Hulusî Akar daxwaz kir, ku Iraq li hember PKKê alîkariya Turkiyê bike.
Wezareta berevaniya Turkiyê ragihand, ku civîna di navbera herdu weîrên berevaniyê yên Iraqê û Turkiyê, di çarçoveya beşdariya şanda serbazî ya Iraqê di pêşangeha navdewletî ya Istenbolê de bûye, û herdu aliyan, hemahengiya di warê pîşesaziya berevaniyê de gotûbêj kirine.
Di hevdêtinê de Hulusî Akar ji Cumaa Inad re gotiye, ku PKKê gefeke hevbeş e li ser Turkiyê û Iraqê, û pêwiste bi hev re li hember derkevin, û Turkiyê rêzê li serwerî û yekparçeyiya xaka Iraqê digre û operasyonên wan tenê ji bo şerê PKKê ne.
Rudaw
