• Friday, 27 February 2026
logo

Fransayê ji bo naskirina desthilata Talîbanê 5 merc danîn

Gulan Media August 20, 2021 Nûçe
Fransayê ji bo naskirina desthilata Talîbanê 5 merc danîn

Fransayê bi 5 mercan dê serweriya Talîbanê li Afganistanê nas bike.

Piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Afganistanê, roja Yekşemê 15.08.2021 çekdarên Talîbanê ketin nava bajarê Kabûlê û serweriya Afganistanê kontrol kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, di kongreyeke rojnemevaniyê de daye zanîn, eger Talîban wan mercan bi cî bîne, wê li ser asta navdewletî were naskirin.

Herwiha Jean-Yves Le Drian destnîşan dike, heta ku Talîban wan mercan bi cî nîne li ser asta navdewletî wê neye naskirin.

Mercên ku Fransayê danîne waha ne:

- Divê rê bidin wan Afganiyên ku dixwazin ji tirsa Talîbanê ji Afganistanê derkevin.

- Rê nedin Afganistan bibe alîyekî aram ji bo terorê.

- Rê bi çûna hevkariya mirovî ji bo ser xaka Afganistanê bê dayîn .

- Mafê mirovan, bi taybet mafê jinan bê parastin.

  • Hikûmeteke demkî were pêkanîn.

Basnews

Top