• Friday, 27 February 2026
logo

Şam: Îsraîlê êrîşî xalên me yên leşkerî kir

Gulan Media August 20, 2021 Nûçe
Şam: Îsraîlê êrîşî xalên me yên leşkerî kir

Îsraîlê di nav axa Sûriyê de êrîşî bingehên serbazî û depoyên çekan ên li Şam û Himsê kir.

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANA li gor zanyariyên ji çavkaniyên leşkerî ve ragihandiye; êrîş şeva borî derdora demjimêr 23:00an hatiye kirin û balafirên şer ên Îsraîlê ji esmanê başûr rojhilatê Beyrûta paytexta Lubnanê ve hejmareke xalên leşkerî yên li derdora bajarên Şam û Himsê bombebaran kirine.

Li gor agahiyan, li Şamê û derdora wê û herwiha li Himsê dengê teqînên bihêz hatiye bihîstin.

Çavkaniyê leşkerî yê artêşa Sûriyê ji SANA re diyar kirine: “Sîstema berevaniya esmanî ya me rûbirûyî êrîşeke mûşekî ya dijmin bûye û piraniya wan têk birine.”

Heman çavkaniya leşkerî gotiye, ji bo zanîna encam û zirarên êrîşê lêkolîn tê kirin. Heta niha ziyanên êrîşê nehatine zanîn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihandiye, “mûşekên Îsraîlî depoyên çekan û binkeyên leşkerî yên Hizbullaha Lubnanê li navçeya Qare li gundewarê Şamê û hevsînor li gel gundewarê başûr rojavayê Himsê kirine armanc, lê ti zanyarî derbarê qebareya zirarên canî de heta niha nehatiye zanîn.”

 

K24

Top