• Friday, 27 February 2026
logo

Hesen Nesrulah: Lazime Amerîka ji Sûriyeyê derkeve

Gulan Media August 19, 2021 Nûçe
Hesen Nesrulah: Lazime Amerîka ji Sûriyeyê derkeve

dibêje Amerîka petrola Sûriyeyê didize.
Dibêje pêwîste Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî bikeve destê rejîmê.

Serokê hibzulaha Libnanê Hesen Nesrulah di gotarekê de ku, îro pênşem pêşkêş kiriye behsa Rojavayê Kurdistanê dike.

Hesen Nesrulah dibêje armanca Amerîkayê ji mayîna xwe ya li Sûriyeyê bi taybetî li bakûr û rojhilatê Sûriyeyê parçe kirina axa Sûriyeyê ye, lewre lazime Amerîka ku petrola Sûriyeyê didize û dibe Îraqê, ji Sûriyeyê derkeve.

Nesrulah herwiha tekez kiriye ku lazime tevahiya axa Sûriyeyê bi taybetî bakûr û bakûrê rojhilatê Sûriyeyê jî bikeve bin desthilata rejîma Sûriyeyê.

Top