• Friday, 27 February 2026
logo

Rêveberiya Xweser: Rûsya û Tirkiye li ser pevguhertina hin navçeyan rêkeftine

Gulan Media August 19, 2021 Nûçe
Rêveberiya Xweser: Rûsya û Tirkiye li ser pevguhertina hin navçeyan rêkeftine

Hevserokê Ofîsa Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser Zêdan el Asî dibêje rêkeftineke Tirkî-Rûsî li ser pevguhertina pêgehên cografî heye li herêmên Sûriyê.

Hevserokê Ofîsa Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser Zêdan el Asî ku derbarê êrîşên Tirkiyê yên vê dawiyê diaxivî, rexne li hevpeymanên navdewletî yên HSDê girt û got wan pêngavên rêgiriyê li pêş destdirêjiyên Tirkiyê neavêtine. Derbarê êrîşên bo ser Efrînê jî, Dr. Welîd Şêxo, siyasetmedar Kurd ji herêma Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û tohmet bire ser Tirkiyê û Îranê.

Roja çarşemê, 18ê tebaxê, paş nîvro, 17 top li ser sê beşan, li navenda bajarê Efrînê ketin. Çavkaniyeke taybet ji nav bajarê Efrînê ji Rûdawê re tekez kir ku ew top ji navçeyên li jêr destê hikûmeta Sûriyê hatine avêtin û bûne sedema kuştina 3 kesan û birîndarbûna 4 kesên din, û şewitandina benzînxaneyekê li cadeya mazotê.

Derbarê vê topbaranê de, siyasetmedar Kurd Dr. Welîd Şêxo, ji herêma Efrînê ji Rûdawê re axivî û tohmet bire ser Îranê.

Siyasetmedar Dr. Welîd Şêxo got: “Bi bîr û baweriya min Tirkiye û Îran sûdê ji van êrişa werdigire. Yek jî Tirkiye naxwaze xelkê Efrînê vegere bo ser mal û milkên xwe. Ew dixwaze ji bo planên xwe yên guehrtinên demografîk rê li ber vegera xelkê Efrînê bigire. Duyem jî Îran naxwaze Şehba vala bibe, ji ber ku ew dixwaze ew navçeya ji wanr e wek mertalekê bimîne.”

Şeva berî topbarana Efrînê, bajarokê Zirgan ser bi herêma Serê Kaniyê bi tundî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatibû topbarankirin, ji encamê 2 kesên sivîl ku jinek û zarokek bûn bibûn qurbanî û 17 kesên din jî birîndar bibûn, herwiha zerer û ziyaneke mezin gihaştibû mal û milkê xelkê bajarok. Derbarê vê topbaranê de, Hevserokê Ofîsa Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser Asî Zêdan, dibêje rêkeftineke Tirkî-Rûsî li ser pevguhertina pêgehên cografî heye.

Hevserokê Ofîsa Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser Asî Zêdan got: “Tevgera rejîmê berve başûrê û Dera, û berve Cebel el-Zawiye, nîşana wê yekê ye ku rêkeftinek di navbera Tirkiye û Rûsya de li ser pevguhertina pêgehên cografî heye, û bihayê wê jî xwîna Sûriyan e. Pir mixabin, dewletên hevpeyman, hevpeymanên hêzên HSD, pêngavên rêgiriyê di vê derbarê de ne avêtine. Lewma Tirkiye dest dirêj dike û kombûna hêzên Tirkiyê di vê dema dawî de, dibe ku pêşketinek pê kirin di nav her navçeyekê ji navçeyên bakur-rojhilatê Sûriyê ji aliyê hêzên çete û hêzên Tirkiyê ve."

Hin çavdêrên siyasî wiha dibînin ku reftarên Amerîka li herêma rojhilata mezin dihêlin ku aliyên navdewletî û navherêmî hewl bidin ku pêgeh û rikêfa xwe li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê berfireh bikin.

 

Rudaw

Top