• Friday, 27 February 2026
logo

Ketayib Seyid Elşuheda: Em dê bersiva êrişên Tirkiyê yên li ser Şingalê bidin

Gulan Media August 19, 2021 Nûçe
Ketayib Seyid Elşuheda: Em dê bersiva êrişên Tirkiyê yên li ser Şingalê bidin

 Berdevkê Ketayib Seyid Elşuheda, Kazim Fertûsî ragihand, ew dê li hember êrişên vê dawiyê yên Tirkiyê û rijandina xwîna çekdarên xwe li Şingalê bêdeng nabin. Fertûsî diyar kir, tekez ew dê bersiva êrişên Tirkiyê bidin û got: “Biryara êrişê niha tê lêkolînkirin.”

Êrişên esmanî yên vê dawiyê yên Tirkiyê bo ser qezaya Şingalê, rastî berteka grûpeke ser bi Heşda Şeibî ve hat.

Kazim Fertûsî, Berdevkê Ketayib Seyid Elşuheda îro Pêncşemê 19ê Tebaxê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Binpêkirina serweriya Iraqê bo hemû aliyan qedexe ye, çi aliyekî derve be an jî hundir, herwiha nabe ku destdirêjî lê bê kirin û bêrêzî li beramber bê kirin.”

Kazim Fertûsî got: “Heşda Şeibî qebûl nake xwîna çekdarên wê heder biçe, li gel dubarebûna wan êrişên Tirkiyê, dê hetmî bersiva me hebe û ev biryar jî niha tê lêkolînkirin û pêwîstî bo rêpêdanê jî nîne, tevî wê jî hikûmet divê vê yekê qebûl bike ku eger rewş neyê asayîkirin û mafên şehîdên me neyên wergirtin.”

Bi gotina Fertûsî, “destdirêjiyên Tirkiyê bo ser Şingalê li parêzgeha Neynewa û derdora parêzgehên Hewlêr û Duhok û Silêmaniyê, bi hinceta dijatiya çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê, ew çend car in dubare dibe”, û tekez kir ku “nabe bi wê hincetê ti hêz derbasî nav axa Iraqê bibin û serweriya axa Iraqê binpê bikin.”

Berdevkê Ketayib Seyid Elşuheda destnîşan kir: “Hikûemta Iraqê û Herêma Kurdistanê jî xemsar in û bi hincetên wehmî rê bi çûna Heşda Şeibî bo nav Şingalê nadin, ew jî nîşan dide ku îradeyeke hevbeş di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyê de heye, ji bo rê bi hikûmeta Tirkiyê bide, wê navçeyê bike armanc.”

Bi gotina Kazim Fertûsî, ew amade ne “berevaniyê li sînorê Iraqê û serweriya wê bikin û hikûmeta Iraqê jî pêwîst e bi awayekê ji awayan serederiyê bike, beriya ku rewş ji kontrolê derkeve.”

Roja Duşemê 16ê Tebaxê, firokeyeke bê firokevan a Tirkiyê otomobîlek li navenda qezaya Şingalê kir armanc, ku di encamê de 2 kes hatin kuştin.

Heşda Şeibî her heman rojê daxuyaniyek weşand û têde ragihanad: “Fermandarê Fewca 80 a Hêza Êzdî ya jibo parastina Çiyayê Şingalê ya ser bi Heşda Şeibî ve, Seîd Hesen Seîd, di encama bombebarana firokeyeke bê firokevan a nediyar de li nav qezaya Şingalê li bakurê rojavayê parêzgeha Neynewayê hat kuştin.”

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Êriş bûye sedema şehîdbûna kesekî li gel Fermandarê Fewca 80, li gel birîdnarbûna 3 çekdarên din.”

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî di daxuyaniyekê de diyar kir: “Fermandarê YBŞ'ê Seîd Hesen û biraziyê wî şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda şehîd ketin. 3 sivîl bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces û Mîrza Elî birîndar bûn.”

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî îro Pêncşemê 19ê Tebaxê li ser twittera xwe amaje bi êrişa esmanî ya firokeyên wî welatî bo ser Şingalê kiriye û destnîşan kiriye, di êrişê de 10 kesên ser bi PKKê hatine kuştin.

 

Rudaw

Top