Li Minbicê 3 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatin kuştin
Encûmena Leşkeriya Minbicê ragihand ku şervanên wan 3 çekdarên komên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê kuştine, ku hewl dane derbasî navçeyên di kontrola wan de bibin.
Encûmena Leşkeriya Minbicê ragihandiye ku hejmarek çekdarên ser bi Tirkiyê ve li gundê el-Cat li bakurê rojhilatê Minbicê hewl dane ku derbasî nav navçeyên di bin kontrola şervanan de bibin, lê şervanên wan pê hesiyane û ew hewla çekdaran têkşikandine.
Di encama pevçûnên di navbera şervanên Encûmena Leşkeriya Minbicê û çekdaran de, 3 çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatine kuştin.
Herwiha vê encûmenê daye xuyakirin, ku binkeya artêşa Tirkiyê ya li gundê Şêx Nasir, gundê Yelanlî li bakurê rojavayê Minbicê, ku di kontrola Encûmena Leşkeriya Minbicê de ye, topbaran kiriye û 6 top li wî gundî ketine.
Li aliyekê din, her îro hêzên Tirkiyê û komên çekdar ji gundê Tuxar Kebîr ve dest bi topbarankirina gundê El Hoşreiyê li bakurê rojhilatê Minbicê kiriye ku heta niha berdewam e.
Derbarê zirarên topbaranên li ser wan gundan de hêj ti zanyarî nehatine belavkirin.
Kurd û Ereb pêkhateyên sereke yên herêma Minbicê ne, lê pêkhateyên din jî li herêmê dijîn. Di sala 2016an de û piştî operasyoneke serkeftî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, Minbic ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin û ew dema pênc salan e ku di kontrola Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de ye.
Berdevkê Encûmena Leşkeriya Minbicê, Şervan Derwêş pêştir di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re gotibû, Tirkiye jî di nav de gelek alî hewl didin, rewşa herêmê aloz bikin û Minbicê ji kontrola Rêveberiya Xweser derxin.
Şervan Derwêş diyar kiribû, “her ji roja rizgarkirina herêmê ji destê DAIŞê ve, him hikûmeta Sûriyê û him komên çekdarên opozisyonê û Tirkiye hewl didin, ku rewşê li herêmê tevlihev bikin.”
