PKK êzdiyan li nava binke û baregehan weke mertalên mirovî bikartîne
Ji ber hebûna binke û baregehên PKKê li Şingalê, balafirên şer ê Tirkiyê herêmê bordûman dikin. Berpirsekî PDKê li Şingalê jî dibêje, PKK êzdiyan li nava binke û baregehên xwe dihêle û ji bo dema bêne kuştin jî ew bêjin Tirkiye êzdiyan bordûman dike.
Berpirsê Lîjneya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şingalê ji BasNewsê re axivî û ragihand: ‘’Plana PKKê ew e ku gêncên êzdî werin kuştin, ji bo ku rabigihîne ku balafirên şer ê Tirkiyê êzdiyan bordûman dikin. Ev plana PKKê ye ji bo xelkê êzdî bi xwe ve girêbide. Ew bi xwe sîxuriyê ji Tirkiyê re dikin ji bo Tirkiye Şingalê bordûman bike. Di rastiyê de PKK kar ji bo têkdana Şingalê dike.’’
Herwiha Silêman Hesen dibêje:”PKK zarokên temenê wan di jêr 18 salan de direvîne û wan çekdar dike û dibe nava baregehên şer û perwerda leşkeri dide wan. Armanca wan bi vê yekê ew e ku xelk hest bi wê yekê bikin ku Şingal nehatiye azadkirin û hewl bidin bajarê xwe azad bikin. Xelkên li nava kampan dimînin jî newêrin vegerin Şingalê ditirsin ku zarokên wan jî ji aliyê PKKê ve werin revandin.’’
Di berdewamiyê jî de Silêman Hesen dibêje çûna çiyayê Şingalê li xelkê Şingalê hatiye qedexekirin, çunke PKKê bi dehan tünel tê de kolan e xelk li bajar û herêmên xwe bûne biyanî û herkesekî vegere Şingalê û ligel PKKê kar neke ew nikare li Şingalê bimîne. PKK ligel wan kesên li Şingalê ne kar dike û bi wan ji bo armanên xwe dike qurbanî.
Di berdewamiyê jî de Silêman Hesen dibêje PKK, zarokên Şingalê yên temenê wan di jêr 18 saliyê da ne bi navên perwerdeyên ‘’Rêveberiya Xweser, Îdareya Şingalê, YBŞ’’ û çend navên din direvîn û wan çekdar dike û wan zarokan dibe Qendîl, Sûriyê û hin kesên berê din ava DAIŞê de bûn û aniha di nava PKKê da bûne pile û post jî wergirtine.
Basnews
