• Friday, 27 February 2026
logo

Tirkiye: 10 çekdarên PKKê li Şingalê hatin kuştin

Gulan Media August 19, 2021 Nûçe
Tirkiye: 10 çekdarên PKKê li Şingalê hatin kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê radigihîne, hêzên wan 10 fermandar û çekdarên PKKê li Şingalê kuştine.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê êrîşên çend rojên borî li ser baregehên PKKê Şingalê de li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand, 10 çekdarên PKKê li Şingalê hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê destnîşan kir, wan bi van êrîşan, ziyaneke mezin gihandine PKKê li wê herêmê.

Di çend rojên borî de, firokeyên Tirkiyê hejmarek ji baregehên PKKê li Şingalê û navçeyên derdorê bombebaran kiribûn, di encamê de jî hejmarek ji fermandar û çekdarên PKKê hatibûn kuştin û birîndarkirin.

 

K24

Top