• Friday, 27 February 2026
logo

Li Kirmaşanê sê bira di gola bendavê de xeniqîn

Gulan Media August 18, 2021 Nûçe
Li Kirmaşanê sê bira di gola bendavê de xeniqîn

Li parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê 3 bira bi hev re di nav bendavê de xeniqîn.

Îro li navçeya Mîrava ya parêzgeha Kirmaşanê, 3 kes di gola bendava Azadî ya Kirmaşanê de xeniqîn.

Li gorî agahiyan, ew kesên han birayên hev bûn û bo melewaniyê ketibûn nav gola bendavê.

Ew her sê bira xelkê gundê Nîrij yê Mîrava bûn. Navê wan jî wiha ye: Mizefer, Mîlad û Wirya Qadirî.

 

Top