Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî ji bo koça dawî ya hunermend Selam Koyî
Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê ji ber koça dawî ya hunermend û şanoger Selam Koyî arasteyî malbat û kesûkarên wî kir.
Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya hunermend û şanogerê mîllî Selam Koyî gihîşt me. Selam Koyî hunermendeke xweşdivî û niştimanperwerê Hewlêr û Kurdistanê bû û bi dilsoziyê ve ji bo pêşveçûna huner û şanogeriya li Kurdistanê kar kiriye û çendîn salên dûr û dirêj xizmetê kiriye û cihê destên wî di dîrokê de diyar e.
Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên xwedê jêrazî Selam Koyî û hemû dost û nasên wî û hunermendên bajarê Hewlêr û Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî Selam Koyî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.
Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em Ji Xweda Hatin û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
17.08.2021
