Berdevkê Talîbanê: Em ne weke 20 sal berê ne
Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd ragihand ku ew di nav 20 salan de pêşve çûne û ne Talbîna berî 20 salan in û got “Ez dixwazim civaka navnetewî piştrast bikim ku dê zirar negihîje tu kesî. Em bi civaka navnetewî re it pirsgirêk naxwazin.”
Berdevkê Talîban Zebîhullah Mucahîd piştî ku Talîbanê konrola Efxanistanê xist bin kontrola xwe yekemîn civîna xwe ya çapemeniyê saz kir.
Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd got “Piştî tekoşîna 20 salan me welatê xwe azad kir û biyanî derxistin. Ev ji bo tevahiya gel demeke serbilindiyê ye. Me herkesê ku li dijî me şer kir, efû kir. Divê dijminatî bi dawî bibe. Em dijminên hundur û derve naxwazin.”
Zebîhullah Mucahîd tekez kir ku ew li Kabulê kaosê naxwazin û wiha berdewam kir: “Plana me ew bû ku em li ber deriyên Kabulê rawestin û veguheztinê bi hêsanî biqedînin. Lêbelê, rêveberiya berê ew qas bêhêz bû ku hêzên ewlehiyê ji bo ewlehiyê pêk bînin nikaribûn tiştek bikin. Divê me tiştek bikira. Em neçar bûn ku têkevin bajêr da ku ewlehiya niştecîhên Kabulê pêk bînin.”
“Di derbarê mafên jinan de dê ti cudakarî neyê kirin”
Mucahîd dibêje: “Ez dixwazim civaka navnetewî piştrast bikim ku dê zirar negihîje tu kesî. Em bi civaka navnetewî re ti pirsgirêk naxwazin. Mafê me heye ku em li gorî prensîbên xwe yên olî tevbigerin. Welatên din xwedî nêzîkatî, rêzik û pergalên cihêreng in. Mafên Efxaniyan jî heye ku li gorî nirxên me rêzik û pergalên xwe hebin.”
Di derbarê mafên jinan de jî Berdevkê Talîbanê got: “Em di bin pergala Şerîetê de girêdayî mafên jinan in. Ew ê mil bi mil bi me re pir bixebitin. Ez dixwazim civaka navneteweyî piştrast bikim ku dê ti cûdakarî nebe. Di çarçoveya xwe de em ê bihêlin ku jin bixebitin û bixwînin. Dê jin çarçoveya me de di civaka me de gelek aktîf bin.”
Herwiha Mucahîd diyarkir ku ew ê di çarçova çanda xwe de jî bi medyayê ve girêdayî ne û wiha ragihand “Divê di çalakiyên medyayê de tiştek ne li dijî nirxên îslamê be. Divê hûn di medyayê de bala xwe bidin kêmasiyên me da ku em karibin çêtir xizmeta miletê xwe bikin. Lê divê çapemenî li dijî me nexebite. Divê ji bo yekîtiya neteweyî xebat bike.”
Zabîhullah Mucahid di derbarê werger û kesên ku ji bo hêzên biyanî xebitîne de jî wiha axivî: “Bi hesta tolhildanê nêzî ti kesî nabin. Em naxwazin ciwanên ku li vê derê mezin bûne biçin. Ew nirxên me ne. Dê li derê ti kesî neyê xistin û ji bo kê xebitiyê neyê pirsîn. Ew dê di ewlehiyê de bin. Dê ti kes lêpirsîn li wan neke û wan neşopîne.”
“Em her kesê efû dikin”
Di berdewamiya axavtina xwe de Berdevkê got jî “Me ji bo aramî û aştiya Efxanistanê her kes efû kir. Şervanên me, gelê me, em ê teqez bikin ku em ê hemû aliyan têxin nav xwe. Kesên ku ji bo dijmin şer kirin û jiyana xwe ji dest dan, ev şaşiya wan bixwe bû. Me di nav çend rojan de welat kontrol kir. Piştî ku hukûmet ava bû, her tişt dê zelaltir bibe.”
"Em ne weke 20 sal berê ne"
Mucahîd diyar kir ku piştî avakirina hikûmetê, ew ê biryarê bidin ka dê çi qanûnan pêşkêşî xelkê bikin.
Bi gotina Berdevkê Talîbanê ew di nav 20 salan de pêşve çûne û ne Talbîna berî 20 salan in û ew dibêje: “20 sal berê jî welatê me misilman bû û niha jî misilman e. Lê gava ku dor tê ser ezmûn, têgihîştinê û dîtinê, di navbera ya ku em niha û 20 sal berê de ne cûdahiyek mezin heye. Di navbera gavên ku em bavêjin cudahî hene. Pêvajoyek tekamûl heye. "
Rudaw
