• Friday, 27 February 2026
logo

Eşref Xenî: Eger ez ji Afganîstanê derneketibam dê lehiya xwînê herikî ba

Gulan Media August 16, 2021 Nûçe
Eşref Xenî: Eger ez ji Afganîstanê derneketibam dê lehiya xwînê herikî ba

 Serokomarê Afganîstanê Eşref Xenî rojek piştî ji Afganîstanê reviya ragehand, ji bo pêşîgirtina li lehiya xwînê biryar daye welat bicîh bihêle.

Vê derbarê de Eşref Xenî li ser tora xwe ya civakî twitterê de nivîsand: ‘’Eger ez li Kabulê mabam, ji ber wê dê gelek xelk hatiba kuştin û paytext dê wêran biba.’’

Eşref Xenî bê ku amaje bi wî cîhê ku naha lê niştecîh bûye bike, ragehand, Talîban naha bi şûr û çek bûne serkeftiyê qadê û naha li hember parastina keramet û namûsa xelkê ew berpirs in.

Li gor raporta tora medyayî ya Tulu News a ser bi dewleta Afganîstanê ye, Eşref Xenî derketiye çûye bo Tacîkîstanê, lê wezareta derve ya Tacîkîstanê ew yek red kir ku serokomarê Afganîstanê çûye wî welatî. Lê li gel wê jî hemû çapemeniya cîhanê ragehand ku çûye Tacîkîstanê.

Di duyem roja destbiserda girtina paytext Kabulê de berdevkê polîtburoya Talîbanê Mihemed Neîm bi daxuyaniyeke ji El Cezîre re ragehand ku şerê Afganîstanê bi dawî hatiye û cure û pêkhateya hikûmetê dê demekî kurt de bê ragehandin.

Mihemed Neîm got, ti dîplomatekî biyanî û balyozxaneyekî êrîş dê li ser pêkneyên û ew dê ewlehiya hemwelatiyên Afgan û navendên dîplomasiyê biparêzin.

 

Basnews

Top