Lubnan.. Di teqînekê de 22 kesan canê xwe ji dest dan
Li herêma Akar a Lubnanê herî kêm 22 kesan di teqîna depoyeke sotemeniyê de canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Lubnanê Hemed Hesen ragihand, li herêma Akar a bakurê Lubnanê, di encama teqîna depoyeke sotemeniyê de, 22 kesan canê xwe ji dest dan û 79 kes jî birîndar bûn.
Ji aliyekî din ve, Sekreterê Giştî yê Desteya Hawarhatinê Lîwa Rukin Mihemed Xêr bang li hemû komele û rêxistinên navdewletî yên li Lubnanê kar dikin kir, pêwîstiyên bijîşkî ji bo çareserkirina şewata birîndaran pêşkêş bikin.
Xêr diyar kir jî, ew pêwendiyan bi Tirkiye û Misrê re dikin, ji bo bikarin birîndarên ku birînên wan giran in û bi awayekî zêde şewitîne, veguhêzînin wan her du welatan.
Serokê Lubnanê Mîşîl On jî daxwaza vekirina lêkolînê derbarê teqîna depoya sotemeniyê kir.
Lubnan niha ji ber kêmbûna sotemeniyê ya dijwar, di rojên dawî de gelek bûyerên revandina tankeran çêbûn. Nexweşxaneyan ragihand ku sotemenî li cem wan diqede û dibe ku ew neçar bibin nexweşxaneyan bigirin.
K24
